Li Sûriyeyê hejmara bijîskan gelek kêmbuye!

Li Sûriyeyê hejmara bijîskan gelek kêmbuye!

 

Rojava News: Li Sûriyê, bi sedema bombebarînan bi sedan nexweşxane wêran bûne û hejmara bijişk û karmendên tendirustiyê jî roj bi roj kêmtir dibe.

Ajansa tendirustiyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ji bo bajarê Helebê banga alîkariya bijîşkî dike.  Herwiha ajansa tendirustiyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike ku tundî were rawestandin ji ber ew rê li hatina alîkariyên mirovî digre.

Endamê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî Rick Brennan li Cenevê daxuyanî da û got li gorî agahiyên berpirsên tendirustiyê, tenê di du hefteyên derbasbûyî de, 338 kuştî hene ku 106 ji wan zarok in. 846 birîndar jî hene ku 261 ji wan zarok in. Bi gotina rêvebiriya alîkariya lezgîn a rêxistina tendirustiya cîhanî, şer li Helebê giran dibe û ji ber vê yekê bijîşk û karmendên tendûristiyê nikarin derbasî nava Helebê bibin. 

Rick Brennan destnîşan kir ku heta çend rojên borî jî li Helebê, 8 nexweşxaneyan kar dikirin, lê bi sedema bombebarankirinê, 2 nexweşxane hatine wêrankirin û niha nayên bikaranîn. Vê yekê karê karmendên tendirustiyê zehmetir kiriye.

Niha tenê bi qasî 30 bijîşk li deverê mane û hejmara wan rojane kêm dibe.