12:53:45
Rojava News: Rûsya daxuyand ku ew sîstemên parastina hewayî yên S-300an dişînin Sûriyeyê. Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) got şandina S-300an ya bo Sûriyeyê, li dijî îdiayên şerê li hember terorê ye û dibe sedema nakokiyan.
Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest, diyar kir ku haya wan ji şandina S-300an heye û got ev yek li dijî îdiayên têkoşîna li hember terorê ya Rûsyayê ye. Berdevkê Pentagonê Peter Cook jî got: 'Rûsya dibêje armanca wan ya sereke têkoşîna li dijî terorîzmê ye lê bi qasî em dizanin hêzên hewayî yên DAIŞ û El Nûsrayê tune ye. Divê Rûsya derbarê vê rewşê de daxuyaniyekê bide.'
