Rojava News: Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra xwest ku çekdarên El Nûsra yên li taxên rojhilat ên Helebê ku hatiye dorpêçkirin, bajê bicîhbihêlin.
Li Helebê operasyona hêzên rejîmê li dijî komên çekdar didome, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra daxuyanî da û hişyarî kir ku eger şer bidomin wê heta dawiya salê tevahiya taxên li rojhilatê bajêr hilweşin.
De Mîstûra ji bo şer rawestin, ji çekdarên El Nûsrayê ku navê xwe wek Fatah El Şam guherîne, xwest ku vekişin.
De Mîstûra got di vekişandinê de wê ‘bi xwe hevaltiyê’ bike.
De Mîstûra xwest bê qebûlkirin ku çekdarên El Nusra bi çekên di dest xwe de derkevin.
Tê payênkirin kı; nêzî 9 hezar kesên çekdar ên li dijî rejîmê, xwe li taxên rojhilatê Helebê bi cih kirine û ji van jî herî kêm 900 kes çekdarên El Nûsrayê ne ku navê xwe wek Fatah El Şam guheriye.
