18:20:04
Rojava News: Li taxên bajarê Helebê di navbera hêzên rêjîma Baasê û komên koalisyona niştîmanî de, şerê dijwar berdewam e û di şerê dawî de 142 kes hatine kuştin ku 32 kes ji wan welatiyên sivîl bûn û yên mayî jî endamên herdû aliyan bûn.
Hêzên rêjîmê taxên rojhilatî bajarê Helebê ′Şêx Xidir, Beyîdîn, Saxûr, Mesakin Henano, Bustan El-Başa, El-Hilk, Bustan El-Qesir, El-Iwêce, El-Heyderiye û Şêx Farisê yên di destê terorîstên koalisyona niştîmanî de topbaran kirin.
Li gorî agahiyên herêmî, 13 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da, hejmareke mezin birîndar bûn û herwiha gelek malên welatiyan hatin ruxandin.
Ji aliyê din ve jî terorîstên koalisyona niştîmanî taxên ′El-Cemîliye, El-Hemdaniye, El-Silêmaniyê, kolana El-Tilel û El-Meydanê yên di destê rêjîmê de topbaran kirin. Di encama topbaranê de, 19 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û 80 kes jî (di nav de bi dehan jin û zarok) birîndar bûn. Çavkaniyên herêmî da zanîn ku birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên El-Razî û Heleb El-Camyî.
Li taxa Bustan El-Başa di navbera herdû aliyan de şer derket. Hêzên rêjîmê dest danî ser navendên wekî ′Dar El-Muelimîn, peymangeha sporê, dibistana zanyarên biçûk û niha bi pêş ve diçin. Herwha li herêmên başûrê, rojava, bakur û rojhilatî Helebê, Dar Iwêce yê bakurê Helebê, Silman El-Helebî, herêma El-Amiriye, Şêx Xidir û Şêx Seîd, pevçûnan rû da. Çavkaniyan da zanîn ku hêzên rêjîmê li wan herêman bi pêş ve diçin.
Di encama pevçanan de, 32 welatiyên sivîl jiyana xwe de daye û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûne. Heman çavkaniyan diyar kir, di pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û terorîstên koalisyona niştîmanî de, 110 kes ji herdû aliyan hatine kuştin. Şer û pevçûn li bajarê Helebê hîn jî berdewam in.
