Kerry: Divê ji bo wendahiyên sivîl lêpirsîn bê destpêkirin!

Kerry: Divê ji bo wendahiyên sivîl lêpirsîn bê destpêkirin!

18:32:37

 

Rojava News: Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry xwest ku ji ber wendahiyên sivîl ên di van demên dawiyê de li bajarê Helebê yê Sûriyeyê çêbûne, lêpirsîna sûcê şer were vekirin.

Kerry berê civîna xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault re ji bo çapemeniyê axivî û got divê wendahiyên sivîl ên di nava van hefteyên dawiyê de li bajarê Helebê werin lêkolîn kirin û di derbarê berpirsyarên wan de lêpirsîna sûcê şer were vekirin.