Hevbendî Bi Nûnerên Dewletên Dost Re Dicive Û Tekeziyê Li Ser Pirotestokirina Tawankariyên Rêjîmê Li Dijî Sivîlan Dikin

Hevbendî Bi Nûnerên Dewletên Dost Re Dicive Û Tekeziyê Li Ser Pirotestokirina Tawankariyên Rêjîmê Li Dijî Sivîlan Dikin

9:20:49 PM

RojavaNews: Endamên Desteya Serokatiyê û yên desteya Siyasî yên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, îro înê bi Balyozên dewletên Hevalên Miletê Sûriyê re civiyan.

Di Hevdîtinê de rewşa bobelatî ya li Helebê û herêmên dorpêçkirî û tawankariyên cengê yên ko Rêjîm û hevalbendên wê di derheqê sivîlan de bikar tînin gotûbêj kirin. Her wiha derencamên civîna Desteya Giştî ya Hevbendiyê  û workşopên çaksaziyê yên destpê kirnine û ya dawî berfirehkirina nûnertiya jin û tirkmanan di Hevbendiyê de.

Endamên Hevbendiyê  tekezî li ser astengiyên ko Rêjîma Esed û Rûsya li pêşiya hewlên cidî yên cîbicîkirina agirbestê û rakirina dorpêçê ji ser bajar û bajarokên dorpêçkirî û gihandina alîkariyên mirovî bo dorpêçkiryan kirin, ew jî ji bo  çênebûna  çi pêşketinan li ser asta veguhestina siyasî.

Ji aliyê xwe ve balyozan komkujiyên  berdewam li sûriyê ji aliyê Rêjîma Esed şermezar kirin, û tekezî li ser pêwîstiya rawestandina tişta ko li Helebê rû dide û cîbicîkirina agirbestê ji bo  rêxweşkirin û vegera li maseya giftûgoyan kirin.

Jêder: Hevbendî