4:16:51 PM
Rojava News : Balafirên Rûsî bi roketên Hejînî taxa Meyser li bajarê Helebê yê dorpêçkirî topbaran kirin, û di encamê de malên welatiyan wêran bûn, û hejmarek ji welatiyan birîndar bûn, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.
di heman demê de, Balafirên Rûsî bi bombeyên goşeyî taxên bajarê Deret Izê li gundewarê Helebê yê rojava topbaran kirin, û Pênc welatiyên sivîl birîndar bûn, û di nav wan de Du zarok hebûn.
Di çarçoveyê de, Hêzên Rêjîmê ji girê Şêx Yûsif bi topên giran û avêjerên roketan taxa Henano û Şêx Necar li bajarê Helebê topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.
Li aliyek din, Rikberiya Sûrî bi roketên Girad bargehên Hêzên Rêjîmê li derdora kampa Henderat li gundewarê Helebê topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.
