2:44:31 PM
Rojava News : Hêzên Rikberiya Sûrî, yên di odeya operesyonên Hiwar Kilis dest bi qunaxek din ji operesyon Mertala Firatê ragihandin, û devera di nav (Extirîn, Mari, Kefer An) deverin leşkerî ragihandin, û ji xelkên wê deverê xwestin ku derkevin bo parastina jiyanan wan.
Rikberiya amaje bi wê yekê kir ku valakirina deverê bo demeke kurt e, da ku Daişê ji deverê derxînin, û mayin û bermayên Rêxistina rakin.
Ragihandina Rikberiya Sûrî li gundewarê helebê, li gorî şopîneran, bi mebesta pêkanîna planeke mezin bo derxistina Rêxistinê ji deverê ye.
