Rikberiya Sûrî êrîşên Rêjîmê li Helebê dişkîne

Rikberiya Sûrî êrîşên Rêjîmê li Helebê dişkîne

3:06:41 PM

Rojava News : Hêzên rikberiya Sûrî, îro nîvro, êrîşek milîşa Nuceba ya Îraqî li ser taxa Şêx Seîd ya Helebê şikandin, û pevçûnên giran di nav wan de rûdan, ku di encamê de kuştî û birîndar ji her du aliyan hebûn.

Rikberiya Sûrî ragihand ku kuştiyen Nuceba bi dehan bûn, û domand ku Rêjîm û milîşên xwe ta niha pêş ne ketine.

Di heman mijarî de, balafirên şer yên Rûsî bajarokê Encara li gundewarê Helebê yê rojava topbaran kirin, û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl birîndar ketin.

Herweha, balafirên Rûsî bi roketên valahî bajarê Daret Ezê li gundewarê Helebê yê rojava topbaran kirin, û di encamê de malên sivîlan wêran bûn.