Rûsya:Navendên me li Sûriyê dê bimînin

Rûsya:Navendên me li Sûriyê dê bimînin

3:25:51 PM

RojavaNews: Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Nîkolay Bankov ragehand ku, welatê wî baregehên xwe yên leşkerî li bajarê Tertûsê hetahetayê li Sûriyê bicîbihêle.

Derbarê vê yekê  Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Nîkolay Bankov di civîna komîteya karûbarên Navdewletî li Encûmena pîran ragehand ku, belge hatine amadekirin û li desteyên cuda niha hevkarî tê kirin.

Bankov da zanîn ku Wezareta Berevaniyê dê ji perlamentoyê bixwaze ew belge werin imzekirin.

Tê zanîn ku, bendava Tertûs tenha xale bo Hêzên Deryayî yê Rûsyayî li derya Spî de ye.