4:05:14 PM
Rojava News : Hêzên Rikberiya Sûrî, yên jêrî beyreqa oda operesyonên “Mertala Firatê”kar dikin, îro nîvro, piştî şe rû pevçûnên giran bi çekdarên Daişê re, li gundewarê Helebê yê bakur, gundê Xezil kontirol kirin.
Jêderin leşkerî ji rikberiya Sûrî ragihand ku niha hewlên xwe didin, da ku gundên (Cariz, û Yehmûl) kontirol bikin, li heman gundewarî, bi armenca berdana Daişê ji deverê.
Tê zanîn ku Hêzên rikberiya Sûrî hejmarek gundên stratîjîk li derdorê bajarokê Dabiq li gundewarê Helebê yê bakur kontirol kiribûn, bi armenca gihiştina wan bo bajarê Mari û şikandina dorpêça li ser wan gundên derdorê bajarok.
