12:48:29
Rojava News: Berdevkê Desteya Bilind a Danûstandina ya opozîsyona Sûriyê Riyad Nasan Axa redkir ku, wan çekên pêşkevtî bidestxistibin, da zanîn ku, eger wan çekên pêşkeftî wergirtiban rewşa wan ya niha dê ne wisa ba.
Di daxuyaniyekê de ji kenala El-Erebiyê re Berdevkê Desteya Bilind a Danûstandina ya opozîsyona Sûriyê Riyad Nasan Axa tekez kir ku, wan roketên Girad yên li djî firokeyan ne wergirtine.
Axa da zanîn ku, eger wan çekên pêşkeftî bi destxistiban wê rewşa wan ya niha baştirba.Wergirtina çekên pêşkeftî yek ji daxwazên opozîsyonê bû lê, ji tirsa ku, ew çek bigehin destê girûpên tundirew ji aliyê Amerîkayê ve ew daxwaz hate redkirin.
