Berpirsekî Îranê: Esed daxwaza me ji bo şandina malbata wî bo Tahranê red kir

Berpirsekî Îranê: Esed daxwaza me ji bo şandina malbata wî bo Tahranê red kir

Rojava News: Berpirsekê bilindê Îranî aşkere kir, ku wan daxwaz ji Beşar Esed kiribû, malbata xwe bi şîne Tahranê, lê Esed daxwazîya wan ret kir.

Hisên Emîr Ebdulhîyan, alîkarê wezîrê derve yê Îranê di hevdîtneka televizyonî da got: li destpêka şerê Sûrîyê, me daxwaz ji Esed kir, ger ji bo demekê kurt jî be, hevjîn û zaroyên xwe bişîne Tahranê, daku bênvedaneka kurt vedin, lê bersiva wî ew bû, ku Beşar û malbata xwe Sûrîyê bicîh nahêlin.