11:55:45
Rojava news: Hikûmeta Sûriye dijatîya xwe li hember xwandina zimanê Kurdî li dibistanên Rojavayê Kurdistanê nîşan da û ragihand, ku ew yek dê bibe sedema derketina fitneyeke mezin di navbera Kurd û Ereban de.
Parêzgarê Hesekê yê Hikûmeta Sûriyê dijayetiya xwe li hember xwendina bi zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê nîşan da û ev yek weke pîlaneke li dijî Kurdan û parêzgeha Hesekê bi nav kir.
Mihemed Zeal El-Elî parêzgarê Hesekê yê hikûmeta Sûriyê ku heya niha li nav bajarê Hesekê ye, û wek parêzgar bi karê xwe radibe, da xuyakirin, ku wan gelek civîn bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re çêkirine, daku xwendin vegere wek berê û programa Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Sûriyê li tevahiya dibistanên parêzgeha Hesekê bê bicihikirn.
Li gor gotyina parêzgarê Hesekê PYDê ev daxwaza hikûmetê qebûl nekiriye, û xwendin kiriye bi zimanê Kurdî.
Mihemed Zeal El-Elî got, ferzkirina xwandina bi zimanê Kurdî di dibistanên parêzgeha Hesekê de dê fitneyê di navbera Kurd û Ereban de derxîne.
