4:16:38 PM
Rojava News : Nûçegihanê Qasiyûn ragihand ku balafirên Rêjîmê bi tundî bajarokê Xûta Rojhelat 80 êrîşên asîmanî kişandin, û di encamê de kuştî û birîndar hebûn.
Li gorî zaniyariyan ku balafiran bi tundî bajarê Dûma li gundewarê parêzgehê topbaran kirin, û di encamê de zarokek hate kuştin, û bi dehan birîndar ketin.
Herweha, balafirên Rûsî taxên bajarê Erbîn li gundewarê Şamê topbaran kirin, û di encamê de Sê welatiyên sivîl hatin kuştin, û bi dehan hatin kuşin, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.
Di heman mijarî de, balafirên şer bi tundî bajarên (Seqba, Hemûriyê, Zemelka) topbaran kirin, di heman dema ku Hêzên Rêjîmê bi roketan ew dever topbaran dike.
Nûçegihanê Qasiyûn ragihand ku balafirên şer bi çewtî xalên leşkerî yên Rêjîmê li ser eniya şerê Rîhan li gundewarê Şamê yê rojhelat topbaran kirin, û hejmarek leşker hatin kuştin, û birîndar ketin.
