4:31:02 PM
Rojava News : Balafirên şer yên Rûsî, îro nîvro, komkujiyek dermafê sivîlên taxa Firdos li bajarê Helebê çê kirin, û di encamê de dehwelatiyên sivîl hatin kuştin, û hejmarek birîndar ketin.
Ji aliyê xwe ve, hêzên peresdariya sivîl hewlên xwe dide, ku kelaşên sivîlan ji jêrî kavilan derxîne, piştî wêranbûna mezin ya di bajêr de çê bû.
Di heman mijarî de, balafirên şer yên Rûsî taxa Meadî li bajarê Helebê topbaran kirin, û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndar ketin.
Çalakvana ragihandin ku balafirên Rûsî ta niha bi tundî taxên bajarê Helebê yên jêrî kontrola Rikberiya Sûrî topbaran dikin.
Ji aliyê xwe ve, Hêzên Rêjîmê û milîşên bi ser ve, bajêr dorpêç dikin, di dema ku balafirên Rêjîmê û yên Rûsî bi awayek berdewam wan taxên dorpêçkirî topbaran dikin.
