8:38:10 PM
RojavaNews: Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand, 4 welatên Rûsya, Amerîka, Tirkiye û Erebistana Siûdiyê dê li Lozanê derbarê kirîza Sûriyê de bicivin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov ragihand ku ji bo gengeşekirin û gotûbêjkirina kirîza Sûriyeyê roja şemiyê li bajarê Lozan ê Swîsê bi tevlîbûna Rûsya, Tirkiye, Amerîka û Erebistana Siûdî civînek dê were sazkirin.
Sergey Lavrov bi televizyona CNNê re axivî û got: “Em dixwazin civînekê bi wan welatan re çêbikin, ên ku nifûza wan li ser erdê heye. Ne rûniştineke giştî, lê em tiştekî ku bişibihe civîneke karî dixwazin.”
Herwiha Lavrov diyar kir ku ev civîn dê ji bo pêkanîna agirbesteke nû were sazkirin.
Lavrov derbarê civînê de wiha got: “Ez hêvî dikim ku ev civîn li ser hêmanên rêkeftina Amerîka-Rûsyayê, diyalogeke cidî bide destpêkirin. Rêkevtina berî, bi awayekî berfireh hat qebûlkirin lê di rastiyê de ticarî dest pê nekir.”
Lavrov herwiha destnîşan kir ku tiliya Amerîkayê di bidawîbûna agirbestê de heye û wiha pê de çû: "Agirbest ji aliyê hevpeymana ku Amerîka pêşengiya wê dike ku êrîşî Artêşa Sûriyeyê kiribû hat binêpkirin. Divê wan ew tişt nekiribûya"
Lavrov bal kişand ser wê yekê jî ku Amerîka naxwaze li gorî rêkevtinê tevbigere û dijberên nerme ji rêxistina Fetih El-Şamê ya ku berê bi El-Nusra dihat naskirin, cuda bike û wiha got: “Ez naxwazim Amerîkayê bi piştgiriya terorê tawanbar bikim, lê kirdarên wê yên girêdayî El-Nusrayê têra xwe gumanan li cem min çêdike.”
Daxuyaniya Lavrov û agahiyan derbarê civîna her 4 welatên Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Erebistana Siûdiyê di demekê de ne, ku Serokê Rûsya Vladimir Putîn vê hefteyê serdana Tirkiyê kir û bi Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.
Herwiha ew civîn piştî têkçûna gotûbêj û rêkevtina navbera Amerîka û Rûsya bo ragihandina agirbestê li Sûriyê û bi taybet li Helebê tê.
