Dijbereya Sûrî pêştketine Rêjîmê li Xûta têk birin

Dijbereya Sûrî pêştketine Rêjîmê li Xûta têk birin

12:52:21

 

Rojava News: Dijberên  Sûrî, berbanga îro Pêncşemê, hewldana Hêzên Rêjîmê ku li ser eniya Otistrade Şamê_Humsê li gundewarê Şamê yê rojhelat pêşkevin têk birin.

Herweha, Pevçûn di nav herdu aliyan geriya, û Dijberên Sûrî tûnêlek Rêjîmê li Otistradê bi avêjerên Hewin topbaran kirin, û di encamê de hejmarek ji Rêjîmê hetin kuştin û hin birîndar bûn.

Di çarçoveyê de, Pevçûnên giran di navbera Hêzên Rêjîmê û dijberên Sûrî de li ser eniya bajarokê Dêr Xebîya li gundewarê Şamê geriyan, û Helîkopterên Rêjîmê bermîlên teqîner li ser bajarok avitin.

Di derbarê encaman de tuştekî zelal nehatiye wergirtin.