Rojava News: Hêzên artêşa Sûriyê ku ev nêzîkî 2 salan e navçeya Dûma ya Şamê dorpêç dikin, rê dan nêzîkî hezar hemwelatiyên sivîl ku ji wê taxa Xûteya Rojhilat derkevin.
Ajansa fermî ya nûçeyan ya Sûriyê li ser zarê çavkaniyeke ewlekariyê belav kiriye ku, artêşê rê daye 1000 sivîlan ku piraniya wan jin û zarokin, ji bo ku navçeya Dûma ya di bin kontrola hêzên dijbereyê de derkevin.
Çavkaniyê diyar kir ku ew malbat li navendeke demkî li navçeya Qudseya li rojavayê Şamê hatine bicîkirin.
Li gor heman ajasnê, berî du rojan jî zêdetirî 160 sivîlên din ji navçeya Dûma derketibûn û li heman navendê hatine bicîkirin.
Dûma yek ji wan navçeyên Şamê ye ku ji ber dorpêça hêzên artêşa Sûriyê, xwarin, derman û pêwîstiyên din ên jiyanê tê de gelekî kêm bûne.
