Li Helebê herî kêm 6 zarokan jiyana xwe ji dest da!

Li Helebê herî kêm 6 zarokan jiyana xwe ji dest da!

 

 

Rojava News: Li Helebê şerê di navbera Dijbereya Sûriyê û hêzên rêjîmê de îro herî kêm 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Çekdarên Dijbereya Sûriyê bi çend deverê helebê, taxên Firqan, derdora Zanîngeha Helebê, Kolana Quwetlî, derdora Qada Seedela El-Cabirî, Telîfon Hewaî, Sêf El-Dewle û El-Ismailiyê topbarankirin di encamê de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan û gelek avahî hatin ruxandin.

Herweha balafirên şer ên rêjîmê taxên rojhilatê Helebê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de du zarokan jiyana xwe ji dest dan û zirareke mezin gihîşte xaniyan