12:40:38
Rojava News: Li gorî zaniyariyan ku Reşpela daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê; Êrîşên li ser ser parçê rojhelat ji bajarê Helebê weke bobelatekê tê nêrxandin û kiryarên artêşa Sûriyê wek “ Tewanên şer”dinirxînin.
Ferensa û Amerîka ragihandin ku êrîşên asîmanî li ser nexweşxaneyên Helebê tewanên şer in, û Rûsiya û Amerîka di ber de berpirs in.
Biryar e ku wezîrên karê derve yên Yekîtiya Ewripî li bajarê Loksimborg bicivin, da ku kirîza Sûrî û reşpeleke daxuyaniyek hevbeş gengeşe bikin.
Li gorî ajansa Royterz ku kopiyek reşpelê gihişte dest wê, ku daxuyaniya wê derkeve weha tê de hatiye: “Ji destpêka êrîşa Rêjîma Sûrî û hevlabenden wê û tundîtiya êrîşên asîmanî li ser rojhelatê Helebê, hêzek pir bê wate hatiye bikaranîn”.
Herweha, daxuyaniyê domand: “ êrîşa bi mebest li ser nexweşxaneyan û bikaranîna bermîlên teqîner û bombeyên goşeyî û çekên kîmiyayî bûn sedema kuştina hejmarek mezin ji sivîlan, û piraniya wan kiryaran wek tewanên şer tên nirxandin”.
