Esed: Emê "Terorîstan" vegerînin Tirkiyê

Esed: Emê "Terorîstan" vegerînin Tirkiyê

13:02:29

 

Rojava News: Serokê Rêjîma  Sûrî Beşar El-Esed di hevdîtineke xwe de bo rojnameyek Rûsî ragihand, ku Kontirola Artêşa Sûrî ji bajarê Helebê,  xaleke destpêkê zor girînge bo derxistina  “Terorîstan” ji Sûriyê û gihandian wan bo Tirkiyê,

Esed domand ku karmendên gazîçûnê yên Artêşa Sûrî bi alîkariya balafirên şer yên Rûsî bêhtirî 150 kesî li rojhelatî Helebe hefteya bûrî kuştin.

Bilindbûna hejmara kuştiyan li Helebê û wêranbûna malan bû sedema hêrsek cîhanî, û kedên deplomatîk yên di nav hêzên cîhanî de vejand, û birayar e sibe civînek Amerîkî- Rûsî hebe.

Beşar El-Esed di hevdîtiya xwe de ligel rojnameya Komsomolîskaya Barvada ya Rûsî diyar kir ku:”Divê şerê van kesan bibe, û baqijkirina deverê ji wan berdewam be, da ku terorîst birevin Tirkiyê, û vegerin  ji cihê jê hatine.