Balafirên Rûsî Helebê topbaran dikin!

Balafirên Rûsî Helebê topbaran dikin!

13:21:42

 

Rojava News: Balafirên şer yên Rûsî bi roketên valahî û bombeyên goşeyî taxa Inzarat li bajarê Helebê topbaran kirin, û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl birîndar ketin.

Herweha, Hêzên Rêjîmê bi topa û roketan taxa Bab El-Hedîd di bajêr de topbaran kirin, û di encamê de hejmarek zarok birîndar ketin.

Di heman mijarî de, şervanên rikberiya sûrî êrîşek rêjîmê li ser eniyên şerê (Birêc, û şêx necar) li bajarê Helebê şikandin, piştî pevçûnên giran di nav her du aliyan de, û di encamê de kuştî û birîndar ji her du aliyan ketin.

Herweha, balafirên şer bi reşaşên giran bajarê Kefer humre li gundewarê Helebê yê bakur topbaran kirin, bê ku agahî derbarê qurbaniyan bên.