Îmarata Erebî kampekê ji bo penaberên Sûriyê li lubnanê vekir

Îmarata Erebî kampekê ji bo penaberên Sûriyê li lubnanê vekir

5:13:18 PM

RojavaNews: Balyozê welatê Îmarata Erebî ya Yekgirtî li Lubnanê Hemîd Se'îd elşamsî kampa elmerc ji bo penaberên Sûriyê li lubnanê vekir, ew jî balîkariya senduqa alîkariya civakî û mirovî ya balyozxaneya welatê îmarat li lubnanê .

Balyozê Îmaratê li lubnanê li nav wê kampê  ku 50 malbatên Sûrî li xwe digre wan jî  120 zarokin geriya, û ji nêzîk ve çavdêriya rewşa wê kir .

Ew kamp pirtukxaneyekê û ci hekî taybet bi çalakiyên zaroka emadekrî ye, ta ew zarok ji reşa drunî ya ku têde derbasbûne derkevin .

 Herweha balyozê Îmaratî tekezkir li ser giringya xwendinê ji bo şerê hejariyê û avakirina nivşekî têghiştî, ku karbe pêşeroja xwe brêvebibe .