Keştiya barhelgira balefiran a Rûsyayê diçe Sûriyê!

Keştiya barhelgira balefiran a Rûsyayê diçe Sûriyê!

11:48:41

 

Rojava News: Rûsya barhelgireke xwe ya firokeyan bi armanca piştgirî û parastina hêza xwe li wî welatî rêdike Sûriyê.

Derbarê vê yekê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir ku, tê de tekez kir barhelgira firokeyan a Sûrî Amîral Kozintsov ligel çend çekên mezin ber bi deryaya Spî ve diçin, daku li Sûriyê bicîh bibin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ew barhilgira firokeyan bi armanca parastina Hêzên wî welatî li Sûriyê ye.Herwiha da ku, bersiva her êrîşekê li himberî wan were kirin bidin.

Şandina barhelgira firokeyan piştî wê yekê hat ku, Wezîrê Berevaniyê berî çend heftiya ragehandibû ku, bi mebesta piştgirî û parastina hêza xwe ya li Sûriyê ew dê barhelgirekê bişînin Sûriyê.