3:48:32 PM
Rojava News : Roja Yekşêmê, li paytexta Birîtanî “Lindin”civînek nû derbarê kirîza Sûrî li darkete, piştî ku wezîrê karê derve yê Amerîkî “Con Kêrrî”gihişt Birîtaniya da ku ligel wezîrê derve yê Ferensî, û yê Almanî, û yê Birîtanî bicive.
Kêrrî di civînê de ligel hevalbendên xwe yên Ewripî dicive, piştî civîna Loazn yak u Ewripî nehatin vexwendin, û planek bo vegerandina agirbestê nehate danîn.
Wezîrê karê derve yê Amerîkî hewlên xwe dide, da ku kedên bidawîanîn şer li Sûriyê vejîne, piştî gotûbêjên wî li gel Rûsiya û hejmarek welatên xwedî bandor li deverê, li bajarê Lozan yê Siwêsrî.
Hate zanîn ku Amerîka û Rûsiya û Îran, û Îraq û Qeter û Misir û tirkiyê beşedarî Civîna Lozan bûn, piştî civîneke di nav Sêrgî Lafrov û Con Kêrrî de.
