12:20:49
Rojava News: Hilmeta guhertina serkirde û fermandeyên xwe li bajarê Reqayê dest pêkir, herwiha serkirdeyên bilind jî diguhere.
Derbarê guhertina serkirdeyên DAIŞê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand ku, DAIŞê li navçeyên Reqayê û li nav navend û baregehên xwe dest bi guhertina serkirdeyên xwe yên Bilin û giring kiriye.
Rewangehê da zanîn ku, ew guhertin di nav rêza s duyem a serkirdeyan de ye, yên di dezgehên Hesbe, polîsên Şerî û ofîsa parastinê de ne ya wilayeta Reqayê.Herwiha diyar kir ku, ew serkirde hatine veguheztin bo bajarên El-Bo Kemal, Dêrezor û Himsê.
Li gor zanyariyên Rewangehê serkirdeyên nû bi regez Iraqî ne.
Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê îro danê sibehê dest pêkir, pêşmergeyên Kurdistanê ji sê aliyan ve beşdarî wê operasyonê dikin.
