Rûsya senaryoya Yemenê li Sûriyê pêşdibînî

Rûsya senaryoya Yemenê li Sûriyê pêşdibînî

Rojava News: Hate ragihandin ku Rûsya hewl dide weke senaryoya Yemenê li Sûriyê bikar bîne. Bi wateya ku Beşar Esed ji desthilatê were dûrxistin, lê rejîma Sûriyê bi hemû dezgehên xwe bimîne.

Derbarê vê mijarê, endamê Îtîlafa Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê Xetîb Bedle dibêje;  “Tiştek bi navê Senaryoya Yemenê, bi fermî ji Îtîlafê re nehatiye pêşkêşkirin. Lê belê Rûsya dixwaze Cenêva 1ê têk bibe û Esed li ser desthilatê bihêle.”

Bedle got: “Eger tiştek wiha bi garantî û serperiştiyeke navdewletî bibe, bi mercê dûrxistina Esed û tîma ligel wî, ez guman dikim Îtîlaf vê yekê dipijirîne.”

Ligor Îtîlafa Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê ; Bêhtir ji carekê hatiye ragihandin ku daxwaza Rûsyayê hiştina rejîma Sûriyê ye ne mana Esed e. Lewma ji nû ve tê gotin ku Rûsya hewl dide Senaryoya Yemenê li Sûriyê bikar bîne, bi wateya dûrxistina Esed, lê bi mercê hiştina rejîma Sûriyê, weke ku ew hêviya serketina hevdîtinên Moskowyê bi vê yekê ve girê dide.

Beşê mezin ji dijbereya Sûriyê li ser wê yekê yekdeng in ku armanca wan xistin û ruxandina rejîma Esed e. Di nav de jî Encumena Nişrimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS).