13:16:46
Rojava News: Balafirên Rêjîmê yên şer taxê bajarê Letemna li gundewarê Hema yê bakur topbaran kirin, û di encamê de welatiyek hat kuştin û bi dehan birîndar bûn, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.
Herweha, Hêzên Rêjîmê bi roketan derdora bajarokê Mierdis li gundewarê Hema yê bakur topbaran kirin.
Di çarçoveyê de, Rikberiya Sûrî bi roketên Girad bargehên Hêzên Rêjîmê li balafirxana Hema ya leşkerî topbaran kirin, û di encamê de kuştî û birîndar ji Rêjîmê ketin.
Li aliyek din, Rikberiya Sûrî bi topên giran û reşeşên giran bargehên Rêjîmê yê leşkerî li derdora bajarokê Kewkeb li gundewarê Hema yê rojhelat topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.
