Li Sûriyê Serkirdeyekî Hizbulah hat kuştin

Li Sûriyê Serkirdeyekî Hizbulah hat kuştin

12:36:04

 

Rojava News: Li Sûriyê Sekirdeyekî Hizbulaha Libnanê bi navê Hatim Hemadî di encama şerê di navbera rejîma Sûriyê û çekdarên opozîsyona wî welatî de hate kuştin.

Li gor daxuyaniyekê Hizbulaha Libnanê,  serkirdeyê wê Hatim Hemadî ji wan kesên pêşîn bûn yên mil bimilê rejîma Sûriyê şer dikir û bi navê El-Hac Elai dihat naskirin.

Ew serkirdeyê Hizbulaha ji bajarokê El-Qemhtyayê bû, sala 1971 jidayik bûbû, duh, bi merasîmekê li gorîstana Redet El-Hewra Zeyneb binax bû.

Tê zanîn ku, çekdarên Hizbulaha Libnanî ji sala 2012an ve ligel rejîma Sûriyê şer dikin û piştavaniya wê dikin.