Li Mersînê 333 kesên qaçaxê Suriye hatin girtin

Li Mersînê 333 kesên qaçaxê Suriye hatin girtin

Rojava News: Li Mersînê 333 penaberên qaçax ên ji Sûriyeyê li keştiyên masîvanan siwar bûn ku xwe bigihînin keştiyên mezin ên bazirganiyê û wisa herin welatên Ewrûpayê. Lê Fermandariya Herêma Behra Spî ya Ewlehiya Qeraxan operasyon kirin û qaçax hatin girtin.

Li gor agahiya Walîtiya Mersînê di rojên dawîn de keştiyên mezin ên bazirganiyê ji bo ku penaberan bibin Îtalyayê tên bikaranîn. 

Di operasyonê de 333 penaberên qaçax, 4 tirk û 11 sûrî yên ku qaçaxçitiya mirovan dikin hatin girtin.