14:57:59
Rojava News: Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ew nîgeran in ji wan êrîşên balafirên Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê pêk tînin.
Lavrov di civîneke çapemeniyê li Moskovayê de axivî û li ser pirsyarekê derbarê êrîşên balafirên Artêşa Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê de wiha bersiva da: Sûriye dewleteke serwer e, endameke NYyê ye û serweriyeke bêkêmasî ya wê li ser axa wê û qada wê ya hewayî heye. Em werin ser êrîşên balafirên Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê, em ji rewşê gelekî nîgeran in. Bi qasî min fêm kiriye, ev êrîş li deverên kurd lê dijîn pêk tên." Rayedarê rûs bi bîr anî ku Tirkiye beşeke ji wê hevpeymanê ye ya ku ji bo têkoşîna li dijî Fetih El-Şamê û DAIŞê hatiye çêkirin û got ku pêwîst e, Amerîka hişyariyê bide ji bo wan êrîşên ku ne li ser armancên Hevpeymanê tên kirin.
Ji aliyê din ve, wezîrê rûs ragihand, ew bitirs in ku El-Nusra nepejirîne ji bajarê Helebê derkeve, li gel niyetên pak ên Rûsya û Sûriyeyê ku korîdorên mirovî vekirine ta ku endamên wan derkevin. Herwiha Wezîrê rûs diyar kir, Moskova seyr namîne ku Amerîka "El-Nusra"yê ji xwe re nake armanc li Sûriyeyê û got: "Ji xwe ti hewlên Amerîkayê tine ku vê rêxistinê ji nav bibe." Lavrov teqez kir ku terorîst hewl didin ku navbira mirovî têk bibin ku nahêlin xelk ji taxên rojhilatî yên Helebê derkevin û rê nadin alîkariyê mirovî ku bigihêjin wan
