4:55:48 PM
RojavaNews: Serokê Desthilata Tirkî Binalî Yîldirim di axaftineke xwe bo çapemeniyê ragihand, ku Yekîtiya Ewrupî bê Tirkiya nikare rola xwe ya Cîhanî bilîze.
Yildîrim domand: “Yekîtiya Ewrupî bê Tirkiyê rola xwe ya polîtîk û Aborî nikare bilîze”û got”Ji ber vê yekê biryarên dermafê Tirkiyê hatine standin, tevî rakirina vîza, wê bandora xwe li siberoja Yekîtiyê bikin”,
Serokwezîrê Tirkî domand:”Biryar ji we re ye, eger tevlîbûna Tirkiyê bo Yekîtiyê erê bikina nan a, lê Tirkiyê her dem rêyên din hene”.
Derbarê Rewşa Îraq û Sûriyê Yîldirîm got:” Em li ser yekbûna xaka Îraqî, û Sûrî tekez dikin, û divê xwîna bira di devera me de rawest “.
