11:15:12
Rojava News: Piştî bidawîbûna agirbesta şer li Helebê, bajarokê El Îsayê ya Helebê hat topbarankirin.
Artêşa Sûriyê ji bajarokê El Hadir, bajarokê El Îsayê û gundewarên başûrê Helebê topbaran kir.
Herwiha artêşa sûriyê taxa Meşhed a Helebê topbaran kir û di encamê de bi dehan kesên sivîl birîndar bûn.
Li gora amarên ku ji çalakavanan hatine wergirtin, li wê taxê şerekî giran di navbera çekdarên Artêşa Sûriya Azad û hêzên Artêşa Sûriyê de çêbûye.
Hat gotin di encama wan pevçûnan de 29 leşker û çekdarên bi ser hikûmeta Sûriyê ve hatine kuştin.
