8:32:58 PM
RojavaNews: Corc Sebra, endamê Desteya Bilind Ya Danustandinan, diyar kir ku zêdetir ji 70 dewletan tevlî bizaveke navdewletî bûne bo rawestandina kuştar û tawanên li ser destê rijêma Esed û hevalbendên wê di derheqê gelê Sûriyê de dibin, û herwiha ji bo pûçkirina "Vîto"ya Rûsiya, ya ku Rûsya li ser bikaranîna wê rijd e, ji bo rê li pêş derxistina her biryarekê derbarê Sûriyê bigire.
Sebra tekez kir ku ev bizava navdewletî bi hevkariyek hevbeş ligel Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û desteya bilind ya danustandinan û dostên gelê Sûriyê dibe, ji bo aktîvkirina destpêşxeriya Ewropî ya berî du rojan ya ji bo rawestandina kuştinê li Helebê û gihabdina alîkariyên mirovî.
Herçend e ku girûpek ji hemwelatiyên Firinsa û yên Sûriyê di qada komarî de li Parîsê, rabûn bi xwepêşandanekê li dijî bombebarankirina hovane ya li Helebê dibe bi destê hêzên rijêmê û bi piştgiriya milîsên Elhişid elşe'bî û Rûsiya.
Û di xwepêşandanê de dirûşmên "Sûriya Azad e" û "Esed û Rûsiya tawanbar in", û " Ne ji koçbarkirinê re" û "Azadî ji Helebê re", û " Rizgarkirina gelê Sûriyê", û "Em dest ji welatê xwe bernadin" hatibû hildan.
Li aliyek din, wezîrê derve yê Firinsa Can Mark Îrolit duhî roja yekşemê, û di miyanê serdana zwe de bo bajarê Xazî Entabê li Tirkiyê, daxwaz ji civaka navdewletî kir bo "rabe bi her karekê berdest", ji bo rawestandina " komkujiya" li Helebê, herwiha bê binav bike daxwaz ji Rûsiya kir ku nebe rêgir li pêş dangdana encûmena asayîşa navdewletî ya li ser derxistina biryara bi şermezarkirina bikaranîna çekên kêmyayî di Sûriyê de, û dît ku bikaranîna "fîto" di rewşek weha de dibe "şêweyek ji şêweyên sernizmiyê ligel tawanên dibin li nêzîk çend kilomitran ji vir, li Sûriyê".
Jêder: Hevbendî + Elşerq elewset + Wekalat
