Berpirsek Rûsî: Projeyê Niyûzlendî derbarê Sûrî nezelal e

Berpirsek Rûsî: Projeyê Niyûzlendî derbarê Sûrî nezelal e

4:29:46 PM

Rojava News : Nûnerê Rûsî li Netewên Yekbûyî Vîtalî Tişorkîn ragihand ku projeyê biryara Nizyûzîlandî derbarê Sûrî ta niha nezelal e û ew ne ligorî nerîna welatê wî li rewşa Sûrî ye.

Tişrokîn li ser projeyê Niyûzîlendî şîrove kir, piştî civîna şêwire ya encûmena ewlehiyê bidawî hate, û got”Erêkirina an redkirina biryarê ne diyar e, çimkî xalên projeyê ne zelal e”.

Tisorkîn domand”li gorî dezgehên medyayî yên Rûsî belav kir, ta niha em dibînin biryar ne li gorî nerîna me li rewşa Sûrî ye”.

Projeyê Niyûzîlendî li ser rawestandina yekser ji şer re dixwaze û herweha hemî kiryarên êrişker yên dibin sedema kuştina xelkê û birîndar bune wan, û herweha dibe ku agibestek mirovî li ser dema 48 demijmêran bi awayek xulane bê çêkirin.