5:07:55 PM
Rojava News : Balafirên şer yên Rêjîma Sûrî bi tundî taxên bajarokê Dail li gundewarê Rojava topbaran kirin, di encamê de hejmarek sivil birîndar bûn.
Herweha balafirên şer bi roketên valahî taxên bajarokê Ibte li gundewarê rojava topbaran kirin, û di encamê de hejmarek sivîl birîndar ketin.
Di heman demê de Hêzên Rêjîmê bi topa giran û avêjokên tankan taxên bajarê Deraa topbaran kirin, di encamê de malên sivîlan wêran bûn.
Hêzên Rêjîmê û milîşên bi ser ve êrîşên bi berdewamî bajarokê Ibte û Dail topbaran kiri, di dema ku balafirên Rûsî û Sûrî topbaran kirin.
