11:58:32
Rojava News: Rêveberiya perwerdeyê ya ser bi wezareta perwerdeya desthilata Sûrî ya Demikî ve, kar li dibistanên parêzgeha Idlibê rawestand, ji metirsiya topbarana balafirên Rûsî.
Rêveberiyê bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku rawestandina kar li dibistanan ji roja Şemiyê û ta hefteyekê dê lidar bikeve, piştî topbarana balafirên Rêjîmê û yên Rûsî ji hejmarke dibistanên bajarokê Has re.
Rêveberiyê rojên rawestandina kar weke şîniyê li ser giyanê sivîlên di êrîşên asîmanî yên Rûsî de hatin kuştin ragihand.
Ji aliyê xwe ve, rêveberiyên perwerdeyê li deverên (Harim, Cisir El-Şixûr, Sermeda, Kerdiryan) tevlî biryarê bûn.
