El-Mûelim:Amerîka naxwaze çekdarên DAIŞ ji Sûriyê derbike

El-Mûelim:Amerîka naxwaze çekdarên DAIŞ ji Sûriyê derbike

12:41:43

 

Rojava News: Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd El-Mûelim ji Moskoyê ragehand ku, Amerêka naxweze çekdarên DAIŞê ji Sûriyê derbike, tenê dixwaze, wan ji Iraqê veguhezîne Sûriyê.

Îro, li Moskoyê paytexta Rûsyayê Wezîrên her sê welatan Rûsya, Sûriyê û Îranê civîneke sê alî pêknîn, tê de rewşa Sûriyê gotûbêj kirin, derbarê wê yekê Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd El-Mûelim ji Moskoyê ragehand ku, Amerêka naxweze çekdarên DAIŞê ji Sûriyê derbike, tenê dixwaze ku, wan ji Iraqê veguhezîne Sûriyê.

Mûelim da zanîn ku, Hevpeymaniya Navdewletî jêrxaneya aborî ya Sûriyê dikir armanc, herwiha gelek pirên giring li ser çemê Firatê wêrankirin.

Mûelim aşkere kir ku, eger amerîka pabenî rêkeftina ligel Rûsyayê hebe niha ew dê gihaban çareseriyekê.

Bi armanca gotûbêjkirina rewşa giştî ya Sûriyê û taybet ya Helebê Wezîrê Derve yê Sûriyê serdana Moskoyê kir.