Opozîsyona Sûriyê: Me leşkerên Rûsî kuştine

Opozîsyona Sûriyê: Me leşkerên Rûsî kuştine

10:02:36

 

Rojava News: Opozîsyona Sûriyê dibêje, di êrîşeka wan a li rojavayê Helebê, hejmarek ji fermandarên Rûsî hatine kuştin.

Li gor ajansên opozîsyona Sûriyê , hejmarek fermandarên Rûsî di nav Akademiya Leşkerî ya li Helebê ku di destê rêjîmê de ye, hatin kuştin. Ew jî, ji encama topbarankirina wê ji aliyê çekdarên opozisyonê ve .

Li gor serkirdeyê Eniya Şoreşgerên Seraqibê, di wê êrîşê de hejmareke leşkerên rêjîmê jî hatin kuştin. Herweha serkirdeyekî Ceyş El-Îslam jî  hate kuştin.

Opozisyona Sûriyê ji roja Înê ve, dest bi şerê bi navê şikandina dorpêça li ser rojhilatê Helebê kiriye û heta niha gelek bingehên rêjîma li aliyê rojavayê Helebê kontrol kirine.