Joseph Votel: Em ê rêveberên DAIŞê yên li Reqayê bikin armanc!

Joseph Votel: Em ê rêveberên DAIŞê yên li Reqayê bikin armanc!

 

 

Rojava News: Fermandeyê Hêza Navendî ya Amerîka Joseph Votel ragihand ku, wan dest bi armanckirina rêveberên DAIŞê yên li Reqayê kirine.

Di hevpeyvîneka xwe de li gel CNN a Amerîkayê Fermandeyê Hêza Navendî ya Amerîka Joseph Votel wiha got: ‘’Ji mêjve em amadekariyên xwe bo Reqa û Mûsilê dikin, heta niha 36 rêveberên DAIŞê li Mûsilê hatine kuştin.

Votel da zanîn ku, bi heman pilanê ewê rêveberên DAIŞê li bajarê Reqayê jî bikin armanc.

Berî niha Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Karter ragehandibû ku, wê hevdem ligel operasyona Mûsilê dest bi operasyona Reqayê jî bikin.

Di 17ê vê mehê Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Artêşa Iraqê ve destpêkir, Hêzên Pêşmerge jî bi sê aliyan ve beşdarî di wê operasyonê de kir.