Rûsya: Li Helebê di êrîşa kimyewî de 2 leşkerên Sûriyeyî mirin, 37 sivîl birîndar bûn

Rûsya: Li Helebê di êrîşa kimyewî de 2 leşkerên Sûriyeyî mirin, 37 sivîl birîndar bûn

 11:12:18

 

Rojava News: Navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de diyar kir ku li Helebê ji taxa 1071yê li hemberî taxên Dahiyat El Esad û Hemdaniyeyê êrîşa kimyewî hat pêk anîn û di wê êrîşê de 2 leşkerên artêşa Sûriyeyê mirin, 37 sivîl jî birîndar bûn.

Rûsyayê êrîşa kimyewî ya li ser Helebê bu tundî şermezar kir Navendê ragihand ku li herêmên Lazkiye (3) û Hamayê (2) bi nûnerên 5 xwecihên din re peyman hatiye danîn û bi awayî hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 873ya.

Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat diyar kirin ku agirbesta li Sûriyeyê di nava 24 saetên dawiyê de 58 caran hat îhllakirin û hat gotin ku rêxistinên deryasayî yên çekdar li herêmên Heleb (29), Şam (18), Lazkiye (5), Dera (4) û Hamayê (2) bi çekên giran êrîş birine ser xwecih û segerên artêşa Sûriyeyê.

Ji aliyê din ve hat dest nîşan kirin ku ji bo gundê Salhab yê girêdayî herêma Hamayê tonek, ji bo gundê Suayrî yê girêdayî Humisê jî 4 ton û nîv alîkariya mirovî hatiye şandin.