Şoreşger Li Helebê Pêş Ve Diçin Û Êrîşek Hêzên Esed Li Gundewarê Şamê Têk Dibin

Şoreşger Li Helebê Pêş Ve Diçin Û Êrîşek Hêzên Esed Li Gundewarê Şamê Têk Dibin

9:47:59 PM

RojavaNews: Şoreşgeran bi bombeyên topxaneyê binkeyên hêzên Esed li taxên Helebê yên rojava yên ku li devera Projeya 3000 Şuqe li taxa Hemdaniyê û herwiha li avahiya Ewlehiya Siyasî ya li taxa Silêmaniyê kirin armanc.

Ev yek di heyama roja çaran ji destpêkirina "Dastana Helebê Ya Mezin" de pêk hat, digel hewlên pêşveçûnê ji aliyê hêzên rejîma Esed ve  ji bo cara duyemîn li sengerê gundê Minyan li rojavayê Helebê, herwiha pêşveçûnên hêzên rejîmê  hatin têkbirin, û ziyanek mezin gihişte wan hêzan ji aliyê canî û madî ve.

Ji aliyê xwe ve, balafirên Rûsya dagîrker û rejîma Esed di êrîşên xwe yên asîmanî de li ser bajarokên Gundewarê bakur û rojavayê Helebê berdewam in, bi  rokêt û bermîlên teqîner ên ku hin ji wan yên gaza kilorê ya jehrîn in, ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl şehîd û birîndar ketin, û Doh, hejmara  qurbaniyan li tevahiya deveran gihişte 40 şehîdî û 9zarok û 3ê jin di nava wan de hene.

şoreşgeran li Xûta Şamê ya rojhilat, hewlên pêşveçûnên hêzên Esed li sengerên El-Rîhan û El-Şîfoniyê têk birin, herwiha hewleke pêşveçûnê li sengerê Zindanan Jinan û Otostrada "Şam-Hums"  ya navdewletî têk birin, û bi dehan  ji çekdarên Esed kuştin û birîndar kirin. Jêder: Hevbendî