10:38:08
Rojava News: Navenda şopandin a agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê ragihand ku li herêma Lazkiyeyê bi nûnerên 2 xwecihên din re peyman hatiye danîn û hat dest nîşan kirin ku bi vî awayî hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 879a.
Hat diyar kirin ku li tevahiyê Sûriyeyê 5 kampanyayên alîkariya mirovî hat lidarxistin.
Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Parastin a Rûsyayê de hat gotin ku li herêma Şamê li bajaroka Muaddamiya el Şamê hevdîtinên agirbestê yên bi rêxistinên çekdar ên deryasayî û bi fermandarên yekîne yên mixalîfên çekdar ên li herêmên Humis, Heleb û Kuneytrayê re hevdîtin berdewam dikin.
Hat diyar kirin ku agirbesta li Sûriyeyê di nava 24 saetên dawiyê de 41 caran hat îhllakirin û hat gotin ku rêxistinên deryasayî yên çekdar li herêmên Heleb (18), Şam (19), Lazkiye (3), Dera (2), Suveydayê (2) û Hamayê (2) bi çekên giran êrîş birine ser xwecih û sengerên artêşa Sûriyeyê.
Navendê da zanîn ku artêşa Sûriyeyê û Hêzên Hewayî yên Rûsyayê li dijî herêmên ku dibe komên mixalîf lê hebin, êrîş pêk neanîn û bibîrxist ku faaliyetên ji bo ku xwarina germ û malzemeyên pêwîst li sivîlên ku ji Helebê reviyane were belavkirin, berdewam dikin.
Navendê ragihand ku li tevahiya Sûriyeyê 5 kampanyayên alîkariya mirovî hatin lidarxistin û hat diyar kirin ku li herêma Hamayê li gundê Selamiyeyê tonek, li Nexweşxaneya Zanîngeh a Helebê tonek û nîv, li Nexweşxaneya Leşkerî ya Yûsif El Azma ya Şamê 400 kîlogram, li Şamê li Nexweşxaneya Leşkerî ya Ahmet Hamîş 300 kîlogram, li semta Katana ya Şamê li Nexweşxaneya Leşkerî ya Xalid Sakka Aminî jî 300 kîlogram malzemeyên alîkariya mirovî hatin belav kirin.
