Hevbendiya Niştîmanî Pirtûka" Şoreşa Sûriyê, Encam Û Destkeft" Derdixe

Hevbendiya Niştîmanî Pirtûka" Şoreşa Sûriyê, Encam Û Destkeft" Derdixe

9:20:39 PM

RojavaNews: Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê, pirtûka  " Şoreşa Sûriyê, Encam Û Destkeft " derxist, ya ku ji encama karê  workşopa "Duristkirina Rêya Şoreşa Sûriyê" bû,  ku di jêr navnîşana "Rêyên Şoreşê û Encamên wê" hat, ku karûbarên xwe di 30 Gulana derbasbûyî de bi beşdarbûna 26 nivîskar û lêkolînerên siyasî yên Sûrî bidawî anî.

Û di heymana semînara ku Navenda "Heremon Ya Lêkolînan"  di jêr navnîşana "Colana Sûrî ya Jibîrkirî" û cihê wê di Sûrya paşerojê de, ya roja Pêncşemê li Stenbolê hatibû lidarxistin, hejmarek ji endamên Hevbendiyê ew pirtûk li ser amadebûyan belav kirin.

Herwiha kesên civyayî hejmarek ji tewerên di nava pirtûkê de gengeşe kirin, û yên herî giring  rewşên Şoreşa Sûriyê di sala xwe ya pêncemîn de, û zehmetiyên ku têne pêş wê, do heyama destêwerdanên derekî ji aliyê leşkerî û siyasî ve, û hewlên  têkbirina şoreşa gelê Sûriyê ya ji bo azadî û rûmet û dadweriyê.

Pirtûk nerînên hejmarek ji ronakbîr û lêkolîner û pisporên Sûrî û Ereb dinmîne, derbarê giringiya vegerandina şoreşê ji biryara niştîmanî  ya serbixwe re ku vîna Sûriyan ya azad derdibire, herwiha rawestana li dijî hemû zehmetiyan di rêya karê ji bo dubare-avakirina navenda siyasî Sûrî ya serbixwe .

Herwiha qewîtiyên ku di nava pirtûkê de bûn, tekezî li ser pêwîstiya guhertina Hevbendiyê bo dezgeheke niştîmanî aktîv kir, di rêya sazkirina tîmeke kar ya pispor, ya pisporên siyasî û rêveberî û karê niştîmanî tê de bin, ji bo pêşkêşkirina nerînan ku armanc jê ew be, pêşxistina bingehên Hevbendiyê û Rêbaza wê ya Hundirîn, û çêkirina guhertinên cewherî di şêweyê karê Hevbendiyê de, û nêzîktirkirina wê ber bi tevahiya pêkhate û hêzên Şoreşê.