DAIŞê êrişî leşkerên tirk kir: Yek ji wan giran 3 leşker birîndar bûn!

DAIŞê êrişî leşkerên tirk kir: Yek ji wan giran 3 leşker birîndar bûn!

10:37:57

 

Rojava  News: Operasyona Mertala Firatê ku bi piştgiriya Tirkiyeyê ji aliyê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ve li Sûriyeyê dewam dike.

Hate ragihandin ku DAIŞê bi topên hewanan êrişî leşkeran kirine û di encamê de jî yek ji wan giran 3 leşkerên tirk birîndar bûne.

Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê daxuyand ku di saetên êvarê de rêxistina DAIŞê bi topên hewanan êrişî herêma ku leşkerên tirk li bûne kirine. Li herêmek din jî bi bombeyên destan û roketan êriş kirine.

Daxuyaniyê de hate diyarkirin ku yek ji wan giran 3 leşker birîndar bûne. Herwiha operasyona li herêmê jî dewam dike.