13:15:00
Rojava News: Balafirên Rêjîmê yê şer taxên bajare Xan Şêxûn li gundewarê Idlib yê başûr topbaran kirin, û di encamê de Çar kesên sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.
Di çarçoveyê de, Balafirên Rûsî bi bombeyên goşeyî bajarê Biniş li gundewarê Idlib topbaran kirin, û di encamê de welatiyên sivîl kuştî û birîndar ketin.
Nûçegihanê Ajansa Qasiyûn ragihand ku Balafirên Rûsî bi fosfor taxên bajarê Biniş li gundewarê Idlib topbaran kirin, û malên welatiyan şewtîn.
Herweha, Balafirên şer bajarokê Maret Mesrîn li gundewarê Idlib topbaran kirin, û di encamê de jinak hat kuştin û pênc birîndar bûn, di nav wan jin û zarok hebûn.
