Di navbera Rêjîm û DAİŞ li gundewarê Humsê şerekî giran rûda!

Di navbera Rêjîm û DAİŞ li gundewarê Humsê şerekî giran rûda!

10:53:42

 

Rojava News: Pevçûnên giran di navbera Hêzên Rêjîmê û Daiş li eniya bajarokê Ceb Cerah li gundewarê Humsê yê rojhelat rûdan.

Herweha, Daiş bi topên giran û Mîtralyozên giran gundê Mekser Hisan topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.

Di çarçoveyê de, Pevçûnên giran di navbera Daiş û Hêzên Rêjîmê de li Swemi li gundewarê Humsê yê rojhelat rûdan.

De heman mijerê de, Balafirên Rûşî û Sûrî gund û bajare Sexna topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.

Di heman demê de, Balafirên şer zevên bajarê Resten û bajarokê Xernata topbaran krin, û di encamê de Du welatiyên sivîl birîndar bûn.