Li Helebê êrîş 2 mirî, 10 birîndar

Li Helebê êrîş 2 mirî, 10 birîndar

01:37:23

 

Rojava News: Ajansa nûçeyan a Sûriyeyê SANA ragihand ku milîtanên biçek li rojhilatê Helebê bi moşekan êrîşê taxa Sıleymaniyeyê kiri.

Hat dest nîşan kirin ku di êrîşê de 2 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn û hat diyar kirin ku rewşa hinek birîndaran giran e.

Li Taxa Suleymaniyê bi piranî Xirîstiyan lê dijîn û mehek berê jî li dijî wê taxê êrîş pêk hatibû û di wê êrîşê de jî zarokekî jiyana xwe ji dest dabû, 5 zarok jî birîndar bûbûn.

Milîtanên ku li rojhilatê Helebê hatine dorpêçkirin, hema hema her roj bi topên hawanê û moşekan êrîşan li hemberî rojavayê bajêr pêk tînin. Êrîş, rojên ku artêşa Sûriyeyê operasyonan lidar dixin, zêde dibin.