11:47:44
Rojava News: Pevçûnên giran di navbera Daiş û Hêzên Rêjîmê de li derdora balafirxana Dêrazorê ye leşkerî rûdan, di dema ku Daiş otombîlek bombe kirî li bargehên Rêjîme yê leşkerî li ser eniya balafirxanê teqendin.
Herweha, Balafirên Rûsî derdora Ciyayê Serda li başûrê bakafirxana Dêrazorê ye leşkerî topbaran kirin.
Di çarçoveyê de, Pevçûnên giran di navbera Daiş û Hêzên Rêjîmê de li taxa Hoyqa û Reşdiya li bajarê Dêrazorê rîdan.
Herwekî, Pevçûnên giran di navbera Daiş û Hêzên Rêjîmê de li devera Bixêliya rojavayê bajarê Dêrazorê rûdan, û pevçûn hat di hewildana Daiş ku bargehên Rêjîmê kontirol bikin.
Li aliyek din, Daiş bi avêjerên Hewin taxa Cûra û Qisûr li bajarê Dêrazorê topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.
